Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ew amadene Lubnaniyên ji ber êrişên Îsraîlê koçber bûne pêşwazî bikin.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi amadebûna serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq civînek berfireh çêbûye.
Di civînê de behsa wergirtina malbatên Lubnanî yên ku berê xwe bidin Iraqê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê weke hevkarî û piştgiriyek hikumet û gelê Iraqê ya ji bo Lubnanê, biryar hatiye girtin ku malbatên berê xwe bidin Iraqê, werin pêşwazîkirin.
Hate gotin ku wê Iraq pêwîstî, alîkariya mirovî ji bo koçberên Lubnanî bike.
Hêjayî gotinê ye biryara hikumeta Iraqê di demek wiha deye ku hîna bi hezaran Iraqiyên ji ber şerê DAIŞ’ê koçber bûne û hîn ne vegeriyane ser cih û warên xwe de hatiye girtin.
Lê tevî vê jî Hikumeta Iraq dibêje ew amadeye koçberên Lubnanî pêşwazî bike.



