Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê welatiyekî Kurd kuşt.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê ciwanê Kurd ê bi navê Mistefa Nasir (24) kuşt.
Ji roja ku dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye û heta roja îro, kuştin, revandin, talankirin û hemû sûcên qirêj ranewestiyane.
Li Efrîna dagirkirî 3’ê welatî ji aliyê dewleta Tirkê ve hatin revandin



