Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî, erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat teqandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, bombeyek di erebeya çeteyên “Polîsên Sivîl” ên girêdayî artêşa Tirka dagirker de hatibû bicihkirin, teqiyaye.
Çavkaniyan diyar kir ku erebe li ser rêya Elî Baceliyê-Eyn Îsayê hat teqandin.
Heya niha nehatiye zanîn ku kuştî û birîdar hene yan na.
Li Efrîna dagirkirî 3’ê welatî ji aliyê dewleta Tirkê ve hatin revandin



