Gerîlaya YJA Starê Sara Tolhildan, 26’ê Îlona 2022’an de tevî gerîla Ruken Zelal li Mersînê li dijî dewleta Tirk çalakiya fedayî pêk anîn. Beriya çalakiyê nameyek ji bo hevrêyên xwe yên jin nivîsandibû û tê de dibêje:” Ez soz didim ku bi çalakiya xwe ez ê bibim nîşaneya hezkirina we’.
Jina fedayî Sara Tolhildan di nameya li pey xwe hêla de dilsoziya xwe a bi hevreyên xwe yên jin re tîne ziman.
Şehîd Sara radigihîne ku tîmî xwestiye bigihije asta jina ku Rêber Apo fahm bike, pêk bîne û mezin bibe.
Hemû tevger û bîrdoziyên dixwazin bersivê bidin pirsgirêkên civakî, neçar in ku mîna Rêberê me kiriye, pirsgirêka jinê ji bingeha civakî binirxînin.
Hêz û baweriya ku Rêbertiya me ji bo me jinan avakir bê mînak e.
Bi saya hewldanên Rêbertî, em bûn xwedî kesayet û nasname.
Rêbertî wiha kir ku em ji bo xwebûna xwe şer bikin û ji serdestiya 5 hezar salan rizgar bibin.
Di nava ewqas zor û zehmetiyan de, tiştek bi hêsanî nayê bidestxistin. Ji xwe yê ku tekoşînê bi wate dike, hewldan, ked û şer e.
Sara Tolhildan teqez dike ku li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan meş serbilindiye û ji bilî serkeftinê tu rêyek nas nake.
Ji bo ez bibim layîqê Rêbertî û tevgera me ya bîrdozî PAJK’ê, wê yekane dirûşmeya min her serkeftin be.
Ji bo meşaleya li dora Rêbertiyê her geş bibe, divê jina bi fikir û felsefeya Rêbertî mezin bûye, bibe mînak û pêşenga serkeftinê.
Ya ji me hemû hevalên jin tê xwestin ev e. Heke em bi vî rihî tevbigerin, wê serkeftin a me be!
Sara Tolhildan:Ti hest wek wê bi rûmet û bi wate nîne mirov di rêya azadiyê de be
Ji bo hestên xwe yên derbarê hemû hevalan de jî Sara Tolhildan bi van gotinan rêz dike.
Ji bo min cihê keyfxweşiyê ye ez niha dikarim hezkirin û bêrîkîrîna xwe ji we re pênase bikim.
Tişta herî xweş a ez hîs dikim, ez ê di rêya azadiyê de, ji we re bibim rêhevaleke ku timî ji dil û can ji we hez kir.
Ji bo hezkirina hevaltiyê hîn bedew bibe, bi vê evînê ezê herim çalakiyê.
Ti hest wek wê bi rûmet û bi wate nîne mirov di rêya azadiyê de be.
Ez soz didim wê serketina vê çalakiyê bibe nîşaneya hezkirina min ji bo we.



