Wê îro serokê Ukraynayê Volodymyr Zielinski “plana xwe ya serketinê” pêşkêşî serokê Amerîka Joe Biden û Kamala Harris bike.
Zelenskiy beriya niha anîbû ziman ku hevdîtina bi Biden re divê bibe pirek ji bo civîna duyemîn a aştiyê ku Rûsya tê de beşdar bibe.
Tê çaverêkirin ku Amerîka îro di serdana Zelenskiy bo Qesra Spî de pakêteke nû ya piştgirîyê ragihîne.
Amerîkayê heya niha bi qasî 175 milyon dolar alîkariya leşkerî û aborî pêşkêşî Ukraynayê kiriye.
Lîderê Ukraynayê Zelenskiy wê îro “plana xwe ya serketinê” pêşkêşî serokê Amerîka Joe Biden û Kamala Harris bike.
Li gorî nûçeyên medyayê, ev plan hêviyên Kîevê ji Rojava dihewîne.
Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya beriya hevdîtina bi Biden re anî ziman ku divê ev plan bibe pirek ji bo civîna duyemîn a aştiyê ku Rûsya tê de beşdar bibe.
Zelenskiy hûrgiliyên plana ku ew ê pêşkêş bike eşkere nekir.
Lêbelê, li gorî nûçeyên medyayê, plana navborî belgeyek ji 5 madeyan e û bi giranî daxwazên Ukraynayê ji Rojava dihewîne.
Serokê Ofîsa Serokwezîrê Ukraynayê Andrey Yermak jî bal kişand ku di nav van daxwazan de vexwendina Ukraynayê ji bo endamtiya NATO’yê heye.
Ukrayna, ku ji hevalbendiya rojava dixwaze sozên xwe yên alîkariya leşkerî û darayî dirêj bike û berfireh bike, ji rojava jî hêvî dike ku hin çekên “taybet” jê re bişîne.
Zelenskiy destûrê dixwaze ku mûşekên rojavayî yên menzîla dirêj li dijî Rûsyayê bikar bîne.
Tê texmînkirin ku li pişt van bendewariyan mebesta Ukraynayê ya berfirehkirina operasyona bejahî ya ku li Kurskê dabû destpêkirin heye.
Piştgiriya Amerîkayê ji Ukraynayê re
Tê çaverêkirin ku Amerîka îro di serdana Zelenskiy bo Qesra Spî de pakêteke nû ya piştgirîyê ragihîne.
Amerîkayê ragihand ku di civîna duh a li Neteweyên Yekbûyî de, Biden ferman daye ku alîkariya ewlekariyê ya ji bo Ûkraynayê bê zêdekirin û wê îro hurgiliyên wê bi raya giştî re werin parvekirin.
Lê heta niha Biden şewqa kesk neda ye Zelenskiy ku moşekên menzîl dirêj ên Amerîkayê bikar bîne yan na.
Amerîkayê heya niha bi qasî 175 milyon dolar alîkariya leşkerî û aborî pêşkêşî Ukraynayê kiriye.
Lê belê ne diyar e ku piştî hilbijartinên serokatiyê yên 5’ê Mijdarê wê alîkariya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê dewam bike yan na.
Namzedê Komarî yê Serokatiya Amerîkayê Donald Trump di dema kampanyaya hilbijartinê de gelek caran axaftinek kir.
Donald Trump îdia kir ku polîtîkayên Amerîkayê ji êrîşa Rûsyayê ya li Ukraynayê berpirsyar e û Zelenskiy rexne kir.
Trump der barê Zelenskiy de wiha got:
“Em bi milyonan dolaran didin merivekî ku peymanê red dike.”
Hat diyarkirin ku Zelenskiy di serdana xwe ya Amerîkayê de wê bi namzedê Komarî yê Serokomariyê Donald Trump ra bicive.
Her wiha tê çaverêkirin ku Zelenskiy îro serdana Kongreya Amerîkayê jî bike.



