Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî revandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên dewleta Tirk a dagirker roja Yekşmê (22 Îlon) welatiyê bi navê Fewazî Xelîl Hesen (38) revand.
Çavkaniyan diyar kir ku Fewzî Xelîl Hesen ji gundê Qerteqlaq ê bajarokê Şera ye li taxa Sînaa ya bajarê Efrînê hat revandin. Çavkaniyan destnîşan kir ku aqûbeta Fewazî nayê zanîn.
Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan duh 2 welatiyên din revandin û ber bi cihekî nediyar ve bigirin.
Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin ev in; Hesen Mihemed Osman (47) ji gundê Remadiye ye û Heysem Bekir Hisên (43) ji gundê Yelanqozê yê Cindirêsê ye.
Li Efrîna dagirkirî 3’ê welatî ji aliyê dewleta Tirkê ve hatin revandin



