Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Ebdul Emîr Şemerî bi awayek fermî serdana Şengalê kir.
Li gorî medya Iraqê Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Ebdul Emîr Şemerî, îro bi şandeyekê re serdana Şengalê kiriye.
Hate gotin ku Şemerî çûye serdana Fermandariya Artêşa Iraq ya l Şengalê û rewşa ewlekarî ya li herêmê lêkolîn kiriye.
Hêjayî gotinê ye di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kiribûn, pêşmergeyên PDK’ê reviya bûn û komkujiyek mezin pêkhatibû.
Piştî wê hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê hatibûn avakirin. Bi avakirina hêzên Êzidxanê re, Şengal niha arame û koçberên Êzidî vedigerin ser cih û warên xwe.



