Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê û Yekitiya Parêzeran a Kantona Tebqayê bi daxuyaniyeke hevbeş pergala êşkenceyê a li Imraliyê şermezar kir.
Hat diyarkirin ku biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya der barê Rêber Apo de neheqî ye
Lewra bang hat kirin divê civata navneteweyî li hemberî binpêkirinêb Tirkiyê bêdeng nemînin
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê û Yekitiya Parêzeran a Kantona Tebqayê li dijî binpêkirinên li Îmraliyê daxuyaniyeke hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de, diyarkirin ku komplo û pergala li Îmraliyê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.
Di vê çarçoveyê de îşaret bi biryara Komîteya Wezîran a Yekitiya Ewropayê hat kirin û wiha hat gotin:
“Biryara ku hişyarî daye dewleta Tirk têrker nîn e û neheqî ye.”
Lewra bang li tevahî rêxistinên navneteweyî hat kirin ku zextê li desthilata Tirk bikin da ku dawî li pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê bîne.
Li Dêrikê pergala êşkence ya Îmraliyê hat şermezar kir
Li ser heman bingehê Kongra Star ên Xeta Beravê a Dêrikê jî daxuyaniyek da.
Kongra Star biryara komîteya wezîran a ewropayê şermezar kir û diyar kirin ku divê zextên li dijî dewleta Tirkiyê zêdetir bibin.



