Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li kampeke Idlibê ya nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê zarokek birîndar kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand leşkerên Tirk ên li ser sînor gule li zarokek li kampên gundê Zof ê rojavayê Idlibê reşand û birîndar kir.
SOHR diyar kir ku zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Her wiha li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve leşkerên Tirk ên li ser sînor 14 sivîl qetil kirine û 2 jê zarok 29 sivîl birîndar kirin.



