Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ʹJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîʹ de li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî dewam dikin.
Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqa konsertek rêxistin kirin.
Konser li Parka 4’ê Nîsanê bi beşdariya xelkê kantonê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, saziyên girêdayî wê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.
Her wiha Di konserê de gelek stranên neteweyî, şoreşgerî û gelêrî hatin pêşkêşkirin.



