Di 2’yemîn salvegera şehîdkirina akademîsyen û rojnameger Nagîhan Akarsel de wê bi pêşengiya jinan çalakiya îmzekirina pirtûka wê bê lidarxistin.
Çalakiya Imzekirinê wê li Stenbolê ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Atolyeya Jineolojiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) wê bê lidarxistin.
Di çalakiyê de wê pirtûka Nagihan a bi navê “Bêhna Axê” ji aliyê siyasetmedar Sebahat Tuncel ve bê îmzekirin.
Çalakî wê di 4’ê Cotmehê li Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) bê lidarxistin.



