Meclisa Kongra Star şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û diyar kir ku neviyên Îştar gerîlayên YJA Starê bi hezaran lehengên mîna Sara û Rûken ava dikin.
Gerîlayên YJA-STAR’ê Rûken Zelal û Sara Tolhildan di şeva 26’ê Îlona 2022’yan de li navenda polîsan a navçeya Mezîtlî ya bajarê Mêrsîn ê Tirkiyê çalakiyek fedaî pêk anîbûn.
Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Rûken Zelal û Sara Tolhildan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Kongra star di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser siyasetên qirkirin û tunekirinê yên li dijî gelê Kurd û got:
Dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazên şer û bi çekên qedexekirî êrişî çiyayên azad dike.
Li hêleke din kesên ku pêşengtiya xeta azadî û demokrasiyê dike digirin û di girtîgehan wan êşkence dikin.
Ev hemû kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê ye û li hember wê cîhan hemû bêdeng e.
Lewma careke din îradeya jina azad derket pêş ku dikarîbû li hember çi hêzê be serkeftinê bi dest bixe.
“Çalakiya şehîd Sara û Rûken bersiva hemû kirinên dagirkeriyê da”
Di daxuyaniyê de çalakiya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li dijî dagirkeran pêk anîbû hat bi bîrxistin û wiha hat gotin:
Çawa şehîd Zîlan li hemberî komploya li dijî Rêber Apo û gelê Kurd hatibû plankirin çalakiya fedaî li dar xist, komplo vala derxist.
Careke din du kulîlkên Kurdistanê, du jinên leheng Sara Goyî û Rûken Zelal li dijî kiriyarên dagirkeriya Tirk çalakiyek fedaî li dar xistin.
Armanca çalakiyê ew bû xwe bighînin hêzên tora istxbaratên dijmin û bi rengekî sekeftî gihiştin armanca xwe.
Ev çalakî bersiva kirinên dewleta Tirkî faşîst a ku dixwaze bi rêya pişaftina ziman, çand, dîrok û nasnameya gelê Kurd, Kurdan ji kokê ve rake û tune bike da.
Ev çalakiya ku bi destên van jinên berxwedêr hatî kirin hişt ku faşîzma AKP-MHP di şewqê de bimîne.
“Bi pêşengiya şehîd Sara û Rûken jinên qehreman destan nivîsandin”
Kongra star daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
Bi pêşengiya Sara Tolhildan û Rûken Zelal jinên qehreman destan nivîsandin.
Em jî wekî rêxistina jin li Rojavayê Kurdistanê dê her tim xeta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin û azadiya Rêber Apo û azadiya hemû jinan û civakan misoger bikin.”



