Gerîlayên HPG/YJA Starê li qadên berxwedanê li artêşa Tirk a dagirker dan.
Di encama calakiyan de 2 droneyên dagirkeran hatin xistin.
HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker 47 caran qadên berxwedanê yên gerîla bombebaran kiriye.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan.
Di encama calakiyan de 2 drone hatin xistin.
HPG’ê diyar kir ku droneyeke hatiye bêkêr kirin û droneya din jî bi teqemeniya li ser hatiye desteserkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla ev titş got:
“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê,
25 û 26’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Her wiha 26’ê Îlonê gerîlayên YJA Starê li Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku hewl didan teknîka şer bi cih bikin, bi çekên nîv otomatîk çalakî pêk anîn.
Di heman rojê de li girê Baharê kepçeyên ku hewl didan ji dagirkeran re rê çêbikin bûn hedefa gerîlayên YJA Starê.
Piştî çalakiyê liv û tevgera kepçeyan rawestiya.”
HPG’ê ragihand 26’ê Îlonê li Herêma Metînayê jî li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 2 droneyên dagirkeran ji aliyê gerîla ve hate xistin.
Dronên ku hatiye xistin yek hate bêkêrkirin û ya din jî bi teqemeniyên li ser hate desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê 25’ê Îlonê jî gerîlayan li herêma Xakurkê bi çekên giran li dagirkeran dane.
Qadên berxwedanê yên gerîla 47 caran hate bombebarankirin
HPG’ê têkîldarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî parve kir:
“24 heta 26’ê Îlonê tunelên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Di heman rojan de herêma Xakurkê, Garê û herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Her wiha qadên gerîla 14 caran jî bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”



