Baroyên 7 bajaran yên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hevpar bertek nîşanî êrişên li dijî saziyên zimanê Kurdî dan.
24’ê Îlonê polîsên Tirk li Amedê li dijî sazî û dezgehên zimanû Kurdî operasyon pêk anîbûn û 30 kes binçavkiribûn.
Baroyan destînşan kirin gewl tê dayîn pêşî li bikaranîna zimanê Kurdî bê girtin û gotin: Di her qadê de jiyîn û parastina vî zimanî mafê her Kurdekî ye. Em ê vî mafî li her derê biparêzin.
Sserdegirtinên li malên aktîvîzmên zimanê Kurdî nehiqûqî ye û divê kesên hatine girtin demildest bên berdan.
Baroyên Amed, Agirî, Êlih, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Wanê bi daxuyaniyekê hevpar nerazîbûn nîşanî êrişên siyasî yên li dijî saziyên zimanê Kurdi dan.
24’ê Îlonê polîsên Tirk li Amedê li dijî Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê operasyon pêk anîn û 30 kes binçavkiribûn.
Tora Komîsyon ên Zimanê Kurdî yên baroyan têkildarî vê yekê daxuyaniyek dan.
“Hewl tê dayîn pêşî li bikaranîna Zimanê Kurdî bê girtin”
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin kesên bi operasyonê hatine binçavkirin kesên sivîl ên bi karê zimanê Kurdî ve eleqedar in.
Lewra hat destînşan kirin serdegirtina saziyan û binçavkirina van kesan li dijî zimanê Kurdî ye û wiha gotin:
Ev yek her wiha bi krîmînalîzekirina zimanê Kurdî, gelê me ji xebatên zimanî yên Kurdî jî dûr dixe.
Li Tirkiyê her çiqas zimanê Kurdî ji xeynî bikaranîna di zimanê fermî de û li saziyên giştî weke teorik nehatibe astengkirin jî em dibînin ku bi biryarên nehiqûqî fîîlen astengî li ber bikaranîna zimanê Kurdî tên derxistin.
Baroyên bajaran: Divê kesên hatine girtin demildest bên berdan
Baroyan bi bîr xistin ku karên têkildarî zimanê Kurdî li gor qanûnan ne sûc e û gotin:
Di her qadê de jiyîn û parastina vî zimanî mafê her Kurdekî ye. Em ê vî mafî li her derê biparêzin.
Li ser vê bingehê Tora Komîsyon ên Zimanê Kurdî yên Baroyan bang li rayedarên Tirkiyê kirinn ku girtin û serdegirtinên li malên aktîvîzmên zimanê Kurdî nehiqûqî ye û divê kesên hatine girtin demildest bên berdan.
Polîsên dewleta Tirk bi ser avahiya MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin



