Asayîşê bi daxuiyaniyekê nasnameya 3’ê endamên xwe yên ku dema ku li ser rêya bajarokên Hol û Şedadî diçûn ser karê xwe, erebeya wan ji aliyê şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê ve hate hedefgirtin eşkere kir.
Asayîşê ji malbata her sê şehîdan re sersaxî xwest û soza domandina xeta şehîdan da.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê nivîskî nasameya 3’ê endamên xwe eşkere kir.
Navendê ragihand ku 26ê Îlonê, erebeya endamên wan Omer Abêd, Omran El-Hesûnî û Merwan Oso li ser rêya bajarokên Hol û Şedadî ji aliyê şaneyên terorî ên DAIŞ’ê ve hate hedefgirtin.
di encamê de her sê heval şehîd ketin.
Navendê daxuyakirin ku endamên wan Omer Abêd, Omran El-Hesûnî û Merwan Oso bi cesaret bûn û ji bo avakirina aramî û ewlehiyê li herêmê her tim di xetên destpêkê de bûn.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê dawiyê de sersaxî ji malbata her sê cangoriyar re xwest û got:
“Em soz didin ku her tim şopdarên xeta şehîdên ku ji bo bidestxistina prensîb û nirxan canê xwe feda kirine û ji bo avakirina azadî, edalet û rûmetê de bin.”
Li gorî navendê, nasnameyên şehîdan wiha ye;
Nav û paşnav: Omer Abêd
Navê Bav: Elî
Navê Dayikê: Coze
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: El-Zeydaniye, 1-1-1995
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hol, 1-8-2021
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol 26-9-2024
Nav û paşnav: Omran El Hesûnî
Navê Bav: Kesar
Navê Dayikê: Hemîde
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1-12-1997
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Şedadî, 3-11-2021
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol 26-9-2024
Nav û paşnav: Merwan Oso
Navê Bav: Evbul Ezîz
Navê Dayikê: Şêxa
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Xezne, 25-1-2002
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê, 3-2-2020
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol 26-9-2024-



