Şandeya KNK’ê serdana Partiya Komûnîsta Îranê kir

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku ev du hefte ne li Başûrê Kurdistanê hevdîtina dike, serdana Partiya Komûnîsta Îranê kir.

Şandeya KNK’ê bi serkêşiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs serdana navenda Partiya Komûnîsta Îranê (komele) ya li gundê Zirwêz a li herêma Qeredax kir.

Rêveberê Giştî yê Komele Îbrahîm Elîzade pêşwaziya şandeya KNK’ê kir.

Îbrahîm Elîzade ser navaroka hevdîtinê axivî û got,

Li ser nakokiyên aliyan axaftin hatin kirin, ka wê çawa werin derbaskirin û wê KNK bikare çi rolê ji bo tejîkirina valahiya di navbera aliyan de bigre.

Îbrahîm Elîzade:
Pêwîstiya alî û hêzên Kurdî bi karê hevbeş û diyalogê hene

Rêveberê Giştî yê Komeleyê Îbrahîm Elîzade destnîşan kir ku pêwîstiya alî û hêzên Kurdî bi karê hevbeş û diyalogê hene.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûş jî, ji ber pêşwaziya germ a Komeleyê spasiyên xwe pêşkêş kir û got, nîrxandin û hevdîtin gelek baş derbas bû.

Leave a Reply

Back to top button