Çekdarên hêzên hikumeta Şamê gundê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê bi çekên giran topbaran kir.
Di encamê de şervanekî QSDʹê şehîd bû û yek jî birîndar bû.
Beriya wê jî Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundekî kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê êrişa hêzên hikumeta Şamê piştras kir.
QSD diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê gudnê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê bi guleyên obîsan topbaran kir.
Di encama topbarnê de, şervanekî QSD’ê şehîd û yek jî birîndar bûn.
Heta amadekirina vê nûçeyê jî, topbarana çekdarên hikumeta Şamê berdewam bû.
Dagirkeriya Tirkiyê gundekî kantona minbicê topbaran kir
Li aliyê din jî, topbarana dagirkeriya Tirk dijî gundê Mibicê hebû.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El Derac ê bakurê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kir.



