CENTCOMʹê ragihand ku 2 êrişên hewayî li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî pêk anîne.
Di encamê de 37 çeteyên DAIŞʹê, Huras El Dîn û rêxistina El Qaîde hatine kuştin.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê CENTCOM’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Sûriyê 2 êrişên hewayî pêk anîne.
CENTCOMʹê diyar kir ku hêzên Amerîka 24ʹê Îlonê, li bakurê rojavayê Sûriyê yê dagirkirî êrişeke hewayî pêk anî.
Di encamê de 9 çeteyên Huras El Dîn, di nav de serçeteyê bi navê Merwan Besam Ebdulreuf hatine kuştin.
Di daxuyaniyê hat gotin Huras El Dîn rêxistineke girêdayî El Qaîdeyê ye ku baregeha wê li Sûriyeyê ye.
Planên wê yên cîhanî hene ku li dijî armancên Amerîka û rojavayiyan êrişan pêk bînin.
Sibeha 16ʹê Îlonê jî hêzên Amerîka êrişeke hewayî li dijî baregeha perwerdê ya DAIŞʹê li naverasta Sûriyeyê pêk anîbû.
Di encamê de 28 çeteyên DAIŞʹê di nav de 4 serçete hatibûn kuştin.
Dawiyê, CENTCOMʹê daxuyand ku derbeyên hewayî beşek ji pabendbûna wan a bi hevkarên wan ên li herêmê re ye, da ku hewldanên êrişên terorî li dijî sivîl û leşkerên Amerîka û hevalbendên wan têk bibin.



