Piştî diyar bûna dema propagandaya hilbijartina Başûrê Kurdistanê partî û rêxistinan dest bi xebatên propagandayê kirin.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî têkîdarî hilbijartinê ragihand ku ew ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin û got:
“Ger hûn razî bin ku ev hikûmet bibe bankek ji bo malbatekê, herin dengê xwe bidin birêz Midûrê Giştî. “
Biryare ku di 20’ê Cotmeha 2024’an de hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêk bê.
Di vê çarçoveyê de bi beşdariya serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, li bajarê Silêmaniyê pêngava yekem a propagandaya ji bo hilbijartinan û nasandina namzetên lîsteya 129 a YNK’ê dest pê kir.
Bi sedan kes Bafil Telebanî bi coşek mezin pêşwazî kiriin.
Bafil Talebanî ragihand ku YNK tekane partî ye ku dikare rêbaza desthilatdariya Başûrê Kurdistanê sererast bike û got:
“Di vê hilbijartinê de em ê bi piştevaniya xelkê Kurdistanê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin.
Yasaya hilbijartinê ya berê kirasekî malbatekê bû, lê me ew kiras çirandin.”
Serokê YNK’ê teqez kir ku tenê YNK dikare tiştekî bike, aliyên din jî nikarin tiştekî bikin û wiha anî ziman:
“Ger hûn razî bin ku ev hikûmet bibe bankek ji bo malbatekê, herin dengê xwe bidin birêz Midûrê Giştî.
Li Silêmaniyê gelek tiştên xerab hebûn û me hemû hilweşand.”
Talebanî li wir ji bo PDK’ê jî peyamek da û got:
“Ger buldozera we tunebe, ya min heye û ez ê cihên xirab hilweşînim.
Her wiha Telbanî anî ziman ku ‘yê me her em dikarin bigherin, her em dikarin bêjin Partiya Demokratî Kurdistan PDK’e kak firoş li vir here’.
Hêjayî gotinê ye ku hejmara giştî ya lîsteyan ku ji aliyê komîsyonê ve hatine pejirandin 136’in.
Her wiha hejmara namzedên hatine pejirandin hezar û 191 kesin û jiwan 368 jê jinin.
Her wiha vê carê hilbijartina Parlementoya Başûrê Kurdistanê wê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ve bê rêvebirin.



