Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê ya Lubnanê nêzikî 100 hezar kes reviyane Sûriyê.
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi li xer X’ê daxuyaniyek da û got:
“Ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê zêdeyî 100 hezar kes ji şêniyên Lubnan û Sûriyê derbasî Sûriyê bûn. Koçberî dewam dike.”
Grandî, ragihand ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bi “saziyên herêmî û Heyva Sor a Sûriyê re” ji bo alîkarî bide van kesan “di çar nuqteyên derbasbûnê de” ne.
Roja Şemiyê saziya penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihandibû nêzî 50 hezar kes reviyayê Sûriyê.
Çavkaniyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku ji sedî 80 ê van kesan Sûriyeyiyên li welatê xwe vegeriyane, ji sedî 20 jî Lubnanî ne ku neçar mane ji welatê xwe birevin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji ber êrîşên Îsraîlê koçberên ku vedigerin welatê xwe bi awayek ewle bi cih bibin maseyê qeyranê ava kir.
Rêveberiya Xweser: Em amedene pêşwaziya penaberê li Lubnanê bikin



