Li Nîvgirava Mora ya cîranê Yewnanîstanê li herêmeke nêzî şewata ku duh derketibû cenazeyên 2 kesan hatin dîtin.
Bi sedan agirkuj û neh wesayîtên hewayî beşdarî xebatên vemirandina agir bûn.
Li herêmeke nêzî şewata daristanê ya ku li herêma Korînt a Yewnanîstanê li herêmeke çiyayî derketibû û di bin bandora bayê xurt de belav bûbû.
Wezareta Parastina Welatiyan a Yewnanîstanê ragihand ku agirkujiyê lêpirsîn daye destpêkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, bi sedan karmendên agirkujê bi piştgiriya 9 wesayîtên hewayî, ji bo vemirandina agirê dest bi xebatê kirin.
Ji ber şewatê 2 kes mirin
Ji ber şewata ku bi qasî 120 kîlometreyan li rojavayê paytext Atînayê derket, gelek gund hatin valakirin.
Berdevka Polîsên Yewnanîstanê diyar kir ku di cenazeyên kesên ku di şewatê de mirî hatine dîtin,ji bo tespîtkirina wan pêwîstî bi testan heye.
Wezareta Parastina Welatiyên Yewnanîstanê jî da zanîn ku îtfaiyeyê lêpirsîn daye destpêkirin.



