Artêşa Îsraîlê bê navber êrîşan li ser Şerîda Xezayê pêk tîne.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê di 24 saetên dawîn de di êrîşên Îsraîlê ya li dijî heremên cûda yên Şerîda Xezayê de 20 kes mirin û 108 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe li Şerîda Xezayê didomîne.
Di 360 rojên şer de Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê bîlançoya dawî parve kir.
Li gor Wezaretê di 24 saetên dawîn de di êrîşên Îsraîlê ya li dijî heremên cûda yên Şerîda Xezayê de 20 kes mirin û 108 kes jî birîndar bûn.
Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 41 hezar û 615’an
Wek bîlançoya giştî jî Wezaretê ragihand ku hejmara miriyan derket 41 hezar û 615’an û ya birîndaran jî derket 96 hezar û 359’an.
Di daxuyaniyê de hate dubarekirin ku hîn jî di bin kavilan û li kêleka rê de kuştî hene.
Ji ber astengkirina hêzên Îsraîlê, tîmên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
Rojnamegerekî di êrîşa Îsraîlê de hat kuştin
Her wiha têkîldarî rojnamegerên ku di şerê li Xezayê de hatine kuştin Buroya Çapemeniyê ya hukûmeta Xezeyê daxuyaniyek nivîskî da.
Hat diyarkirin ku rojnamevanekî ku di gelek saziyên çapemeniyê yên bi Îngîlîzî de dixebitî, di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser Xezayê de hat kuştin.
Hat ragihandin ku ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve hejmara rojnamegerên ku li Şerîda Xezayê hatin kuştin derket 174’an.
Ji destpêka şerê li Xezayê ve 174 rojnameger hatine kuştin
Di daxuyaniyê de êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser rojnamegeran li Şerîda Xezayê hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku berpirsyarê kuştina rojnamegeran rêveberiya Îsraîlê ye.
Baroya Çapemeniyê bang li civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî yên têkildarî medyayê kir û got:
“Ji bo rawestandina kuştina rojnamevanên Filistînî cezayên birêkûpêk li ser Îsraîlê bisepînin û ji bo sûcên ku kiriye li dadgehên navneteweyî bên darizandin.”
Arteşa Israîlê li gelek bajaren Şeria Rojava eriş pêk anî
Li aliyê din li gor agahiyên ku ji şahidan hatin girtin, artêşa Îsraîlê li bakurê Şerîa Rojava li bajarên Nablus, Tulkerîm û Kalkilyayê operasyon pêk anî.
Di dema serdegirtina bajarê Nablus û Kampa Penaberan a Leşkerî de di navbera leşkerên Îsraîlê û Filistîniyan de pevçûn derket.
Leşkerên Îsraîlê di serdegirtinê de 2 Filistînî binçav kirin.
Leşkerên İsraîlê di serdegirtinan da li Ramallah û gelek bajarokan bi taybet li Silvad Filistini binçav kirin.
Her wiha leşkerên Îsraîlê li bajarokê Tuku yê nêzî Beytlehmê avêtin ser malan û herî kêm 10 Filistînî binçav kirin.



