Êrişên Îsraîlê li ser Lubnanê bi kuştina Hesen Nesrelah sînordar nema.
Tişta diyar wê çavê Îsraîlê ne tenê li kuştina Hesen Nesrelah bû ew dixwaze wê tevgerê bişkîne.
Di encama êrîşa hewayî ya li ser bajaroka Ankunê 4 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.
Li bajaroka Bint Cubeyê 5 kes mirin û 10 kes birîndar bûn.
Êrîşên artêşa Îsraîlê li ser Lubnanê piştî kuştina Hesen Nasrûllah jî berdewam kir.
Li ser êrîşên hewayî yên dawî ya Îsraîlê Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Di daxuyaniya Wezaretê de derbarê heremên hatine bombebarankirin ew tişt hatin ragihandin:
“Di encama êrîşa hewayî ya li ser bajaroka Ankunê herî kêm 4 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.
Li bajaroka Bint Cubeyê 5 kes mirin û 10 kes birîndar bûn.
Lubnan: Di êrîşa Îsraîlê ya roja Yekşemê de 105 kes mirin
Li bajarê Sûrê di êrîşa hewayî de 16 kes mirin û 115 kes jî birîndar bûn.
Ji ber êrîşên li ser bajarê Sûrê li Nexweşxaneya Kana yê Dewletê xisarek mezin çêbû.”
Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da zanîn ku li herêma Bekayê 9 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn.
Li başûrê Lubnanê jî heremên Nebatiyê û Marcayûnê jî di êrîşên hewayî de 7 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê bi giştî 105 kes mirin û 359 kes jî birîndar bûn.
Îsraîl ji sala 2006’an vir ve cara ewil cihek li derveyî herêma dahiye ya Beyrûtê xist
Her wiha artêşa Îsraîlê li Beyrûta paytextê Lubnanê li Taxa Kola li dijî avahiyekê êrîşeke hewayî pêk anî.
Hate dîtin ku di êrîşê de avahiyeke pirqatî hatiye hedefgirtin.
Ev êrîşa li Beyrûtê ji sala 2006’an vir ve êrîşa yekem bû li ser cihekî din ji bilî herêma Dahiye ku Hizbullah lê bihêz e pêk hat.
Medyaya herêmî îdia kir ku di êrîşê de endamekî Sunnî yê Cemaat-î Îslamî hatiye hedefgirtin.
Hizbullah nûçeyên ku dibêjin sekreterê giştî yê nû hatiye hilbijartin derewand
Li aliyê din Hizbullah nûçeyên ku dibêjin serokê encûmena rêvebir Haşim Safiyuddîn li şûna Nasrallah wek sekreterê giştî yê nû hatiye hilbijartin derewand.
Derbarê vê yekê de Hizbullah daxuyaniyeke nivîskî parve kir û wiha got:
“Heta ku daxuyaniyekk fermî ji aliyê rêveberiya Hizbullahê ve daxuyaniyeke fermî neyê dayîn, rastiya nûçeyên wiha tune ye.”
Hizbullah: Em ê di demek nêz de serokê xwe yê nû hilbijêrin
Her wiha Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Şêx Naîm Kasim anî ziman ku ew ê di demeke nêz de serokê xwe yê nû li şûna Hasan Nasrallahê ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de hat kuştin hilbijêrin.
Şêx Kasim bi bîr xist ku di êrîşên bi bombeyên giran ên li ser herêma Dahiyê de hin rêveberên Hîzbullah jî hatine kuştin û wiha got:
“Em ê di demeke herî nêz de sekreterê giştî yê Hîzbullahê hilbijêrin.
Em ê vê yekê li gorî mekanîzmayên Hîzbullahê bikin.
Vebijêrk dê pir hêsan bin, hûn dikarin rihet bin.”
Şêx Kasim diyar kir ku Îsraîl hêza leşkerî ya Hizbullahê kêm nake û da zanîn ku ew amade ne li dijî artêşa Îsraîlê ya ji bejayî derbasî Lubnanê bibe şer bikin.



