Artêşa Îsraîlê barbanga îro kete başûrê Lubnanê û êrişên bejahî dan destpêkirin.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi desteka hewayî û obîsan ketiye başûrê Lubnanê.
Di daxuyaniya artêşê de hate gotin: “Armanca me binesaziya terora Hizbullahê ya li başûrê Lubnanê ye. Ev armanc jî li gundên nêzî sînor in.”
Artêşa Îsraîlê ragihand ku dê êrişên pêkanîna armancên şer bidomîne.
“Îsraîlê li Lubnanê êrişeke bejahî ya sînordar pêk anî”
Girêdayî wê doh Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişên sînodar li dijî Hizbullah li hundirê xaka Lubnanê pêk anîn.
Rayedarên Amerîkayê jî ji Ajansa Associated Press re bi bîr xist ku Îsraîlê êrişên bejahî yên sînordar li başûrê Lubnanê pêk anî û êrişa bejahî ya mezin hîna di plansaziyê de ye.
Malpera Axios jî da zanîn ku Koşa Spî diyar kir ku wê bi Îsraîlê re li hev kiriye ku êrişa bejahî ya Îsraîlê dê li herêmên sînor ên başûrê Lubnanê bin.
Hemwextî wê, çavkaniyekî di artêşa Lubnanê de diyar kir ku hêzên wan xwe jinûve li nêzî sînorê li başûrê Lubnanê bi cih dikin.



