Li gelek eyaletên Amerîkayê ji ber bandora neyênî ya bahoza Helene’yê hejmara miriyan derket 133 kesan.
Bandorên neyînî yên bahoza Helene ku bi leza nêzî 225 kîlometreyan li peravên Florîdayê xist, dewam dike.
Rayedaran ragihand ku li eyaletên Karolînaya Bakur û Başûr, Georgia, Florîda û Virginiayê ku ba û barana ku ji ber bahozê lê bi bandor bû, hejmara miriyan 133’yî derbas kir.
Di bahoza Helene de hejmara miriyan derket 133’yan
Ji aliyê din ve rayedarên Saziya Rewşa Lezgîn a Federal ya Wezareta Ewlehiya Navxweyî ragihandin ku ji ber karesatên ji ber bahoza Helene zêdeyî hezar kes di stargehan de mane.
Tê payîn ku Serokê Amerîkayê Joe Biden di nava hefteyê de serdana herêmên ku ji ber bahozê bandor bûne, bike.
Joe Biden li Florîda û Karolînaya Bakur “rewşa karesatê” îlan kir û ferman da “alîkariya federal” ji bo kesên ku ji bahozê bandoreke neyînî dîtine.



