Salvegera 26’an a komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo nêz dibe.
Di nava van salan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî tên li darxstin.
Îro jî yên ku berxwedana ji çembera agir girtine ser xwe, armanc dikin ku careke din tarîtiya komployê ji holê rakin.
Piştî Komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û anîna wî ya Tirkiyê, li Kurdistan û hemû cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Di navbera salên 2011 û 2019’an de parêzer û malbatan ne karîn bi Rêber Apo re hevdîtin bikin.
Ji ber komployê roj bi roj li dijî kûrkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê pêngav û çalakiyên cur be cur hatin destpêkirin.
Bi taybetî li Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo kampanyaya “Ji Ocalan re azadî” hat destpêkirin.
Li Ewropa û Tirkiyê kampanyayên mezin ên îmzeyan hatin rêxistinkirin.
Zext li Parlamentoya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kirin û banga piştgirîkirina van kampanyayan kirin.
3 milyon îmze hatin berhevkirin, ji saziyên navneteweyî re hatin şandin.
Hiqûqnasên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan li Ewropa û Rojhilata Navîn bi binpêkirina mafên mirovan rû bi rû dimîne.
Ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê 756 parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin.
Ji 22 welatan 350 parêzer jî beşdarî kampanyayê bûn.
Rêxistinên sivîl ên wekî HDP û DBP’ê jî li dijî vê serlêdana ku bi parêzeran re sînordar nîne ev serlêdan kirin.
Komploya li dijî Rêber Apo bi pergala êşkencê re girantir bû.
7’ê Mijdara 2018’an Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.
Gelek siyasetmedar û girtiyan ji bo piştgiriya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li ser banga Rêber Apo piştî 200 rojan greva birçîbûnê bi dawî bû.
Li Kurdistan û cihanê meşên “Ji Ocalan re Azadî” hatin li dar xistin.
Di 13’ê cotmeha 2023’an bi pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” pêvajoyeke nû destpê kir.
Li bakurê Kurdistanê ji aliyê endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve “Meşa Têkoşîna Demokratîk” û çalakî hatin lidarxistin.
Malbatên girtiyan li ber girtîgehan dest bi çalakiyan kirin.
Piştre çûn Enqereyê û heta Wezareta Edaletê meşiyan û banga çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin.
2023-2024’an partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo azadiya Rêber Apo “Meşa Mezin a Azadiyê” pêk anîn.
Meşê di 1’ê Sibatê de dest pê kir heta 15’ê Sibatê bi biryardariyek xurt dewam kir.
Di çerçoveya pêngava navnetewî de civînên gel û “xwendina azadiyê” hatin destpêkirin.
Li çar aliyê cîhanê zêdetirî 1500 parêzer ji bo Îmraliyê bang kirin.
69 xelatgirên Nobelê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Li aliyê din di 13’ê Cotmehê de dîsa di salvegera komployê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê li Amedê mîtînga “Azadî” bê lidarxistin.



