Pêşengên Pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pisgirêka kurd re çareserî’ bi nêzîkbûna salvegerê re bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiyên navbera 1-10’ê Cotmehê bibin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev yek şerekî fikrî yê entelektûel e û eger em dest jê bernedin em ê hemû bi ser bikevin.Abdullah Oc
alan çaryeka sedsalekê ye li giravekê tê ragirtin û li gel vê yekê gelê Kurd û mirovahî neterikand. Lewma em ê jî wî neterikînin.”
Pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pisgirêka kurd re çareserî’ di 10’ê Cotmeha 2023’an e despêkir.
Pêşengê pêngavê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyên navbera 1-10’ê Cotmehê bibin.
CPT bersiv ji nameyên me re da
Di daxuyaniyê de qala çalakiyên sala dawî hate kirin û hate gotin:
“Hewldanên me gihîştin wê astê ku CPT bersiv da nameyên me û hevdîtin bi me re kir ku heta niha gaveke bi vî rengî neavêtibû.”
CPT di 15’ê Gulanê de bersiv dabû nameyên ji bo azadiya Rêber Apo û diyar kiribû ku ew rewşa Rêber Apo û girtiyên li gel wî ji nêz ve dişopîne.
Li ser rewşa Rêber Apo her wiha hevdîtinek bi CPT re hatibû kirin.
Ji kesayetên xwediyê xelata Nobelê name
“Di sala destpêkê ya pêngavê de 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine name ji Serokê CPT re şandin. Di vê pêvajoyê de li çapemeniya navneteweyî gelek gotarên li ser pirsgirêka Kurd û rewşa girtiyên li Tirkiyeyê hatin weşandin.”
Ji bo çalakiyên navbera 1-10’ê Cotmehê banga tevlîbûnê
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Li gel van hewldanên me mixabin me nekarî dawî li tecrîdkirina lîderê Kurdistanê Abdullah Ocalan bînin ku 3 sal û nîv e ji aliyê dewleta Tirk ve di nava şert û mercên neqanûnî de tê hiştin.
Ji ber vê yekê jî di navbera 1 û 10’ê Cotmehê de bi nêzîkbûna salvegera yekemîn re em di wê baweriyê de ne ku nêzîkî şikandina komploya navneteweyî ne, ji we hemûyan dixwazin ku ya ji destê we tê hîn bêhtir bikin.”
Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku hewldanên xwe hîn zêde bikin, hîn bêhtir dîplomasiyê bimeşînin, berhemên Abdullah Ocalan hîn bêhtir bixwînin, ji bo şikandina tecrîdê hîn bêhtir çalakiyan bikin.
“Abdullah Ocalan em neterikand, em ê jî wî neterikînin”
Di dawiya daxuyaniyê de ev yek hat ziman:
“Ev yek şerekî fikrî yê entelektûel e û eger em dest jê bernedin em ê hemû bi ser bikevin.
Abdullah Ocalan çaryeka sedsalekê ye li giravekê tê ragirtin û li gel vê yekê gelê Kurd û mirovahî neterikand. Lewma em ê jî wî neterikînin.”
Li Almaniyaê ciwanên Kurd li dijî komploya 10’Cotmehê daketin qadan



