Yekitiya Şaredariyan a kantona Tebqayê xebatên qîrkirina rêyan, kanalîzasyonan û torên ava vexwarinê yên di plansaziya sala 2024’an de, didomîne.
Ji bo qîrkirina rêyên sereke û şaxî yên bajarê Tebqayê yekitiyê 10 hezar metredam qîr veqetand.
Di projeyên qîrkirinê de 22 kolan û rê bi stûrbûna 7 santîmetre bi dirêjiya giştî 10 kîlometreyan, tên qîrkirin.
Serokê Nivîsgeha Fenî ya yekitiyê Mihemed El Esker diyar kir ku wan xebatên xwe li 8 kolanan (6 hezar metredam) bi dawî kirine û ew li gorî plansaziyê qîrkirina 14 rêyên din didomînin.
Her wiha, yekitî 3 torên kanalîzasyonê yên bajêr bi dirêjiya 6 kîlometreyan sererast dike.
Hêjayî bibîrixstinê ye ku Yekitiya Şaredariyan a kantonê ji bo pêşxistina rewşa ava vexwarinê, 7 hezar û 500 metre ji torên ava vexwarinê yên kevin bi yên nû guhartin.
Şaredariyên Dêra Zorê projeyên kanalîzasyonê dane destpêkirin



