Doh Saziya Gişt ya Pembo a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxê kerîna pembû eşkere kir.
Gor wê saziyê nirxê tonek pembo bi 600 dolarên amerîkî ji cotkaran diyar kirinû.
Saziya Pembo a herêmê destnîşan kir ku ew ê tevahî berhema pembo ya herêmê ji cotkaran bikire.
Armanc ji vê yekê pêşî-girtina li keysbaziya bazirganan e.
Niha jî rêveberiyê dest bi wergirtina pembo kir.
Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ew ê her tonek pembo bi 600 dolarî ji cotkaran bikire.
Ev nirx jî, piştî rêzecivînên bi Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser re hat diyarkirin.
Bi diryarkirina nirxê pembo re, Saziyê li 3 navendên xwe yên herêmê dest bi wergirtina berhema pembo kir.
Hevserokê saziyê Mustefa Îbrahîm diyar kir ku navenda Mehlecê ya Hesekê, navenda Pembo ya Reqayê û navenda Dêra Zorê ketin tevgerê û dest bi girtina pembo dikin.
Rêveberiya Xweser 14’ê Nîsana borî, ragihandibû ku ew ê berhema salê ya pembo ji cotkaran bikir, berovajî sala 2023’an ku wê demê Rêveberiya Xweser bihayê firotina pembo diyar kir lê belê wê ji cotkaran nekirê.
Ji be wê bazirganan cotkar xapandin û her tonek pembû bi 420 dolar kirîn.
Ji bo ku heman tişt bi serê cotkaran neyê û zirarê nebînin, Rêveberiya Xweser biryar da ku ew ê berhemê ji wan bikire.
Hevserokê saziyê Mustefa Îbrahîm dawiyê da zanîn ku ku her 3 navend têrê dikin ku tevahî berhemê wergirin.
Tê texmînkirin ku hilberîna îsal ji 75 heta 100 hezar ton be.



