Îro jî li dijî Sûriyê êrişên Îsraîlê hebûn.
Artêşa Îsraîlê betariyên pergala parastina esmanî yên Li Şam, Dera û Siwêdayê bombebaran kirin.
Di van êrişan de, yek jê rojnamevan 6 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.
Li aliyê din, di 10 rojên êrişên artêşa Îsraîlê li dijî Lubnanê de, zêdetirî 150 welatiyên Sûriyê hatin kuştin.
Êrişên artêşa Îsraîlê bi awayekî rojane li dijî bajarên Sûriyê hene.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê raighand ku şevê din balafirên şer yên artêşa Îsraîlê li ser 2 caran êrişî herêma Meza a Şamê kir.
Li herêma navborî cihên balyozxaneya Lubnanî û betariyên nuqteyên pergala parastina Hewayî a hikumeta Şamê bûn armanca êrişan.
Çavdêriya Sûriyê eşkere kir ku ji ber êrişê, di nav de rojnamevanek 6 kes hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.
Dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku rewşa gelek birîndar giran e.
Balafirên Îsraîlê 4 derverên leşkerî li Dera û Siwêdayê bombebaran kirin
Her weha derverên leşkerî yên li başûrê Sûriyê jî bûn hedefa êrişên Îsraîlê.
Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku balafirên Îsraîlê betariyên pergala parastina esmanî û balafirgeha Eziri yên li Derayê û Siwêdayê bombebaran kirin.
Di encamê de, 3 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.
Çavdêriyê daxuyankirin ku tevî vê êrişê, ji serê salê û vir ve arêtşa Îsraîlê 92 caran êrişî herêmên Sûriyê kiriye.
Di van êrişan de, 247 kes birîndar bûn û 174 jî birîndar bûn, her wiha 183 cih jî hatine rûxandin.
Di êrişên 10 rojan yên dijî Lubnanê, zêdetirî 150 Sûrî hatin kuştin
Welatiyên Sûrî ne tenê di êrişên ser herêmên sûriyê de tên kuştin, lê belê di êrişên li ser Lubanê jî tên kuştin,
Di êrişên li ser Lubnanê de, bi dehan welatiyên hatin kutşin û birîndar kirin.
Çavdêriya sûrî, bîlançoya 10 rojan a êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê eşkere kir.
Li gorî wê, di êrişan de ji wan 72 jin û zarok, 151 kes hatin kuştin.



