Bi nêzikbûna 26. salvegera ji komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo xelkê bajarê qamişlo rêze çalakî li dar xistin.
Xelk li dijî kompoloya navnetewî li 2 cihên cuda civîn li dar xistin.
Di civînê de banga bilindkirina asta têkoşîna li dijî komployê kirin û hate gotin: “Heta azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger nebe ew ê her di nav çalakiyan de bin.”
Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” xelkê bajarê Qamişlo civîn li dar xistin.
Li taxa Enteriyê û Kornîş ên bajar bi boneya 26`an a Komploya Navneteweyî civîn hatin lidarxistin.
Li taxa Enteriyê civîn li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk PYD û li taxa Kornîş li dibistana Şehîd Kerîm Xan civîn hatin lidarxistin.
”Tecrîl berdewamiya komploya navnetewî ye”
Di civînan de banga bilindkirina asta têkoşînê li dijî komplogeran hate kirin.
Beşdar li hemberî komploya navnetewî bê helwest neman û sîstema îşkence û qirkirinê ya li îmralî şermezar kirin û gotin:
“Pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmralî, berdewamiya kompiloya navnetewî ye.
Heta azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger nebe em ê her di nav çalakiyan de bin.
“Bi yekîtiya gelan em ê pergala îşkencê têk bibin”
Di civînan de sîstema îşkence û qirkirinê ya li Îmralî di pêvajoya heyî de hate vegotin.
Ji bo bilindkirina asta têkoşînê li bermberî sîstema îşkenceyê û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo bang hat kirin ku li gorî rewşa heyî xwe birêxistin bikin.
Hat diyar kirin ku wê heta 4’ê Cotmehê civîn li tax û bajarokên girêdayî bajarê Qamişlo berdewam dikin.
Li Qamişlo têkildarî komploya navneteweyî semînerek hate dayîn



