Li gorî rayedarên Ukraynayê di encama êrişên Rûsiya yê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 52 kes jî birîndar bûne.
Şerê Rûsya û Ukraynayê bi tundî didome.
Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrîşên 24 saetên dawî de artêşa Rûsyayê li herêmên cuda yên welêt êrîş pêk anîne.
Li gorî rayedarên Ukraynayê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 52 kes jî birîndar bûne.
Serokê Îdareya Parêzgeha Donetskê Vadîm Filaşkîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrîşên Rûsyayê yên roja dawî de li herêmê 5 sivîl birîndar bûne.
Ukrayna: Di êrîşa Rûsyayê de 2 kes mirin û 52 kes birîndar bûn
Serokê Îdareya Leşkerî ya Parêzgeha Zaporîjyayê Îvan Fedorov jî diyar kir ku di êrîşên artêşa Rûsyayê yên li herêma Zaporijyayê de kesek mir û 35 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Leşkerî ya Parêzgeha Sûmiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di êrîşên 24 saetên dawîn ên li herêmê yên ji aliyê Rûsyayê ve hatin kirin de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Oleg Kiper: Rewşa birîndaran giran e
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Parêzgeha Odessa أوليغ كيبر Oleg Kiper diyar kir ku di êrîşên artêşa Rûsyayê yên li herêmê de 2 kes birîndar bûne.
Kiper teqez kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan giran e.
Her wiha di daxuyanîya ku ji aliyê Serdozgeriya Parêzgeha Xarkîvê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Rûsyayê yên li dijî herêmên niştecihbûnê de yek jê zarok 7 kes birîndar bûne.
Di daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê de hat ragihandin ku artêşa Ukraynayê di 24 saetên dawî de 4 tank, 32 wesayitên zirxî, 14 çek, 26 balafirên bêmirov, 75 wesayît û alavên taybet ên artêşa Rûsyayê îmha kirine.
Ukrayna: Hezar û 130 leşkerên Rûsî hatine bêbandorkirin
Ji aliyê din ve hate gotin ku di van êrîşan de hezar û 130 leşkerên Rûs hatine bêbandorkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de 155 pevçûn di navbera leşkerên Rûsya û Ukraynayê de rû dane.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku artêşa Rûsyayê di roja dawî de 2 moşek, 124 roket û 68 êrîşên hewayî birin ser çeper û mewziyên leşkerên Ukraynayê.



