Li herêma bakur û rojhilatê suriyê li dijî komploya navnetewî çalakî dewam dikin.
Bi nêzikbûna 26. salvegera komploya nav netewî li Minbic Heleb û Qamişlo çalakî hatin li darxistin.
Xelkê herêmê li hemberî komplogeran nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe, çalakiyên me wê bidomin.”
Bi nêzikbûna 26. salvegera destpêkirina komploya navnetewî ya li ser Rêber li Kantona Firat û Cizirê çalakî hatin lidarxistin
Li Helebê însiyatîfa sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Apo li taxa rojhilat komxebatek li dar xist.
Komxebat bi amadebûna endamên meclîsan, sazî û tevgerên famînîst hat lidarxistin.
Di komxebatê de dahurandinên rêber Apo hatin xwendin û nîqaşkirin.
Beşdaran bal kişandin ser hovîtiya dewleta tirk û îşaret bi girîngiya azadiya fîzîkî a Rêber apo kirin.
Di dawiya komxebatê de di vê çarçoveyê de daxuyanî hat dayîn.
Li Minbicê jî bi heman armancê Komîteya Însiyatîfa Jin ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan komxebatek li dar xist.
Komxebat bi beşdariya tevgerên jin ên bajarê Minbicê li navenda çand û hunerê navenda bajar pêk hat.
Jinên Minbicê: Tecrîd dewamiya komploya navnetewî ye
Li wir endama Komîteya Însiyatîfa Jinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ferîde El-Talha bal kişand ser armancên komplogeran.
Ferîde El-Talha got:
“Komplogeran xwestin di şexsê rêbertî de gelan tune bikin.
Tecrîda girankirî ya li dijî rêber Apo dewamiya komploya navnetweyî ye.
Bi fikir û îdolojiya rêber Apo em ê komplogeran têk bibin û rêber Apo fîzîkî azad bikin”
Komxebat bi pêşandan sînevîzyoneke têkildarî komployê bi dawî bû.
Şêniyên Qamişlo: Bi berxwedanê teqezkirina serkeftinê
Her wiha li Qamişlo jî bi civînekê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo bang hat kirin.
Civîn bi tevlî bûna mamoste û şagirtan li navenda çand û hûner a mihemmed şexo hat lidarxistin.
Di civînê de xwendekaran komploya navnetewî şermezarkirin û ev peyam dan:
“Bi rihê ciwanî em ê li hember hemû pîlanên komplogeran têkoşîn bikin.
Em rê nadin kesî ku mafê me binpê bikin.
Heya dawiyê em ji bo têkbirina kamploya navnetewî têbikoşin.”
Di dawiya civînê de banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.
Li Qamişlo têkildarî komploya navneteweyî semînerek hate dayîn



