Hêzên hikumeta Şamê bacê li kesên ku ji Lubnanê ferz dikin û yên vê yekê redkirin tê girtin.
Hêzên hikumetê heta niha 35 kesên ku lubnanê vegeriyan e girtine.
Welatiyên Sûrî yên ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ku ji Lubnanê tên herêmê rastî bacê hikumeta Şamê tên.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê 35 welatiyên ji herêmên Rêveberiya Xweser in, girtine.
Ev kes li dergehê Tebqa-Silmiyê yê dinavbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de hatin girtin.
Li wê derê, hêzên Şamê bi hiceta ku leşkeriyê nekirine bacê li welatiyan dikin û yên ku vê bacê nedin tê girtin.



