Konferansa Kongra Star a li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi dirûşma “Çareseriya pirsgirêkan misogeriya azadiyê ye” destpê kir.
Çalakvan û endamên rêxistinên jinan tev li konferansê bûne.
Di dawî de biryarên pêşxistina xebatên perwerdekirina jinan, pêşxistina rewşa aborî ya jinan û bidawîkirina tundiya li dijî jinan, hatin dayîn.
Kongra star konferansa ‘Sosyolojiya Azadiyê’ li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîre ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidarxist.
100 delegeyên ji sazî û rêxistinên jinan beşdarî konferansê bûn.
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axaftina vekirina konferansê kir.
Rîhan Loqo anî ziman ku ji bo gel li tevahi cihanê bi nasnameya xwe bijîn Rêber Apo 26 sal li hember hişmendiya desthilatdar berxwedanek bê hempa dide meşandin.
Rîhan Loqo ragihand ku armanca lidarxistina konferansê nîqaşkirina Sosyolojiya Azadiyê ye.
Pirsgirêkên ku civakî û jin pêre rûbirû dimînin hatin nîqaş kirin
Di konferansê de mijarên pirsgirêkên civakî û pirskirêkên ku jin pêre rûbirû dimînin bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Piştî nîqaşên berfireh konferans bi encamnameyekî bi dawî bû.
Beşeke ji biryarên ku hatine girtin wiha ye:
- “Vekirina perwerdeyan ji ciwanan û temenmezinan re.
- Berfirehkirina xebatên komeleyên komînal ji bo pêşxistina aboriya jinan.
- Zanakirina jinan û pênasekirina dîroka wan û siyasetên qirker ên li dijî wan.
- Girankirina cezaya aliyên ku jinan dixin rewşa xwekuştinê.”



