Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku ji bo Ewlehiya hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê 41 hezar xebatkarên komîsyonê wê beşdarî pêvajoyê bibin
Her wiha da zanîn 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî jî wç çavderiyê bikin
Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Dadwer Omer Ehmed di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand têkildarî ewlehiya hilbijartinên Başûrê Kurdistanê axivî.
Omer Ehmed diyar kir di hilbijartina Parlamentoyê de wê ti aliyek nikaribe sextekariyê bike û got:
“Bi dehan amûrên elektronîk yên pêşketî wê di dengdanê de bikarbînin”
Di dewamê de Omer Ehmed destnîşan kir ku 41 hezar xebatkarên komîsyonê wê beşdarî pêvajoyê bibim
Her wiha da zanîn ku wê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî jî çavdêriya hilbijartinê bikin.
Wê roja 20’ê Cotmeha 2024’an hilbijartinên serdema 6, a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê were lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de propagandaya ji bo hilbijartinê destpêkirine didomin.



