Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya di navbera bajarên Amûdê û Qamişlo de erebeyek kire hedef.
Di encama êrişê de 2 welatî şehîd bûn.
Dewleta Tirk a dagirker îro careke din li dijî herêmê êriş pêk anî.
Artêşa Tirk bi balafirên bêmirov li ser rêya di navbera bajarên Amûdê û Qamişloyê li nêzî gundê Xezalikê yê kantona Cizîrê de erebeyek bombebaran kir.
Li gorî agahiyan di encama hedefgirtinê de 2 welatî şehîd bûn.



