Li Marsîlyayê Ciwanên Kurdistanî yên Fransa yê (CKF) ji bo azadiya Rêber Apo meş û mitîng li dar xistin.
Ciwanên Kurdistanî yên Fransa yê (CKF) di çarçeveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirgirêka Kurd re çareseriya’ de çalakî lidarxistin.
Çalakiya ciwan bi meşê dest pê kir.
Ciwan ji qada Belle De Mai bi dirûşmeyan heta parka La Poste meşiyan.
Piştî meşê mitîng hate lidarxistin û li ser navê CKF’ê Marsîlya axaftin hate kirin.
Nûnerê tevgera ciwanan got:
“Tecrîd li ser Rêber Apo di heman demê de tecrîdekî ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê tê pêkanîn e.
Lewma emê heta dawiyê li dijî tecrîdê têbikoşin.”
Ciwana bang li hemû ciwanan kirin ku xwedî li Rêbertiyê derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi awayekî çalak di nva çalakiyan de bin.



