Hêzên Zêrevaniyê yên girêdayî PDK’ê bi hêzeke mezin ve bi ser gundê Korekî Gewre yê girêdayî Komelgeha Mela Omer yê ser bi sînorê parêzgeha Hewlêrê de girtin.
Di encama êrişa PDK’ê de ciwanek hate kuştin û kesek jî birîndar bû.
Çavkaniyan ragihandin ku hêzeke Zêrevanî yên PDK’ê bi zêdetirî 50 çekdaran bi ser gundê Korekî Gewre de girtin.
Piştî serdegirtinê di navbera xelkê gund û hêzên Zêrevaniyê yên PDK’ê de alozî derket.
Hat zanîn ku hêzên PDK’ê gundî dan ber guleyan.
Di encama gulebarana çekdarên Zêrevaniyê de ciwanê bi navê Dana Mêhedîn (20) hate kuştin û kesek din jî birîndar bû.
Gundiyan diyar kirin ku hêzên PDK’ê bêyî ku wan agahdar bikin bi ser gundê wan de girtine ku sedema vê serdegirtinê jî ewe ku xaniyek nû li gund hatiye çêkirin û çekdarên PDK’ê bi armanca rûxandina xaniyê nû hatiye çêkirin bi ser gund de girtine.



