Du sal bi ser şehîd xistina lêkolîner, arşîvan û rojnamevan Nagîhan Akarsel re derbaz bûn. Akarsel ew jina ku prensîbên azadiya jinê di fikir û jiyana xwe de pêkanîbû û heta şehîd bû, dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kiribû bingeha têkoşîna li dijî hişmendiya zilamsalarî û pêkanîna cewherê jina azad daku bike bingeha avakirina civakek azad.
Nagîhan Akarsel bi nasnav Heval Zîlan, jinek lêkolîner, arşîvan û rojnamevan bû.
Di sala 1976’an de li gundê Xêlîkan a ser bi bajaroka Gulyazî ya girêdayî bajarê Konyayê hatiye dinê.
Di zarokatiya xwe de xwestekek wê ya zêde li ser çîrokên jinan hebû.
Her çiqas jiyana wê di nava civakek baviksalarî de bû, lê ew li gel bavê xwe mîna hevrêyek bû.
Ji ber çand û baweriya ku li gundê wan hebû, pîroz dîtina rojê, agir û genim ya ku di baweriya Elewî û Êzidiyan de heye, bibû sedem ku gelek ji devera Dêrsim û Şengalê hezbike.
Akarsel xwendina xwe li cihê ji dayîk bûyî temam dike, yekem derketina wê ya ji gund, çûna zanîngehê bû.
Sîstema jiyana bajar û dîmenê sermayedariyê hestên bêzarî û tenêtiyê li cem Nagîhan çêdike.
Ji bona wê hewil dide cihek aram û hestkirina hevrejiyanê bibîne.
Wê jiyana ku dixwest bibîne, li nava Yekitiya Ciwanên Kurdistanê de dibîne.
Ji berku wê li Kurdistanê jiyan nekiribû, li cem bibû xemek mezin.
Di nava rêbaz û fikra Rêber Apo de ew heskirin û evîna nîştiman dibîne û zû dikeve bin bandora wêde.
Têkoşîn
Akarsel ji ber fikir û çalakiyên xwe yên li zanîngehê ji sala 2001 ta 2007’an di girtîgehê de dimîne.
Piştî ji girtîgehê derdikeve di navbera salên 2008-2014’an de di Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DİHA) de wek nûçegihan û edîtor kar dike.
Di damezrandina yekem ajansa jinan (JINHA) de cihgirt.
Ji bo pêşxistina ragihandina jinê gelek hewildan û têkoşîn dike.
Li Bakur, Başûr û Rojava xebatên perwerdeya jinê kiriye.
Di sala 2018’an de lêkolînên civakî yên li ser Efrîn û Şengalê dikir.
Ji sala 2019’an ta roja şehîdbûnê, li Başûrê Kurdistanê ji bo pêşxistina zanista Jineolojiyê bê rawestan xebat kiriye.
Tevî ku wê zaravayê Soranî baş nedizanî, lê ti demê ev yek li pêş wê nebû astengiyek û bi dehan panel, semîner û dewreyên perwerdeyê lidarxistiye.
Ji bo ciwan şarezayê zanista jineolojî û xwezaya Kurdistanê bibin, wê geştên jineolojiyê lidardixist.
Xeyala jiyana azad
Yek ji xeyalên wê ew bû ku romanek li ser jiyana xwe û naskirina wê ya ji bo fikrê Rêber Apo binivîse.
Lê ji beriya ku vê xeyala xwe temam bike, tevlî karwanê nemiran bû.
Nagîhan Akarsel tevayî jiyana xwe ji bo lêgerîna li pey nûbûn û pêşketinê veqetand.
Diçû kuderê hest, enerjî û baweriya xwe li wê derê belav dikir.
Du sal bi ser şehadeta Nagîhan Akarsel re derbaz bûn, îro jî ji ber ku dewleta Tirk ji fikirê azad, jina azad û têkoşer ditirse, êrişî şoreşger, welatparêz, rojnamevan û Kurdê azad dike.
Silêmanî..Di encana êrişê de berpirsa kovara Jinelojiiyê şehîd bû



