Îsraîlê kampa Penaberan ya Tulkerîm ku li bakurê Şerîa Rojava ye bobebaran kir.
Di encamê de 18 kes hatin kuştin û himarek birîndar bûn.
Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk-UNRWA Philippe Lazzarini axivî.
Philippe Lazzarini diyar kir ku arteşa Israîlê di nava 2 rojan de êrişî 3 dibistanên UNRWA’yê ku Filistinî lê bi cîh
bibû kir.
Lazzarini teqez kir ku di êrîşan de 21 kes mirin.
Li Kampa Penaberan a Tulkerîm a li bakurê Şerîa Rojava, di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê ya li ser kafeyekê de 18 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa hewayî de 18 kes mirin
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiye ya Filistine hat dayin, hat diyarkirin ku mirî û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya bajarê Tulkerîmê.
Her wiha Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk-UNRWA Philippe Lazzarini, têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li ser dibistanên Xezayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
UNRWA: Îsraîl di nav 2 rojan de êrîşî 3 dibistanên UNRWA’yê kir
Philippe Lazzarini diyar kir ku arteşa İsraile di nav 2 rojan da erişi 3 dibistanên UNRWA’yê ku Filistiniyan bi cîh bibû.
Lazzarini da zanîn ku di êrîşan de herî kêm 21 kes mirine û destnîşan kir ku zêdetirî 20 hezar Filistînî yên ji cih û warên xwe bûne di dibistanên ku hatine hedefgirtin de mane.
Lazzarini her wiha diyar kir ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve zêdetirî 140 dibistanên girêdayî UNRWA’yê kirine hedef.
WHO: Zêdeyî 6 ji sedî ji nifûsa Xezayê di salekî de hatin kuştin
Li aliym din Serokê Rewşa Lezgîn a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Ayadil Saparbekov li ser înternetê beşdarî civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bû û nirxandin kir.
Saparbekov bi bîr xist ku di ser êrîşa Îsraîlê ya di 7’ê Cotmeha 2023’yan da li dijî Xezayê nêzî salek derbas bû.
Saparbekov got: “Li Xezayê ji sedî 6’ê xelkê heremê mirin an jî birîndar bûn.
WHO: Herî kêm 10 hezar kes di bin kavilan de man
Herî kêm 10 hezar kes di bin kavilan de man.
Ji ber êrîşên dubare kêmbûna dermanan, sotemenî û xebatkaran pergala tenduristiyê ya li Xezeyê zirareke mezin dît.
Li Xezzeyê ji Cotmeha 2023’yan vir ve herî kêm 516 êrîş li ser xizmetên tenduristiyê hatin kirin û di encamê da 765 kes mirin.”
Li Başûrê Şerîa Rojava 35 Filîstinî hatin binçavkirin
Ji aliyê din ve di daxuyaniya ku ji aliyê Komeleya Girtiyên Filistînî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê li bajarê Hebronê yê Beyt Emîr heta niha 35 Filistînî binçav kirine.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku leşkerên Îsraîlî hin kesên ku hatibûn binçavkirin piştî lêpirsînê serbest berdan.



