Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya salvegera duyemîn ya şehadeta Nagîhan Akarsel daxuyaniyek da û soz da ku wê li ser rêya wê bimeşin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di daxuyniya bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel de da zanîn ku Nagîhan di her gava xwe de ji bo azadiya jinan û ji bo wekheviya zayenda civakî têkoşîneke mezin da.
MKG’ê anî ziman ku ji bo pêşketina nûçegîhantiya jinan Nagîhan bû xaleke girîng û wiha got:;
Di qada ragihandinê de dengê jinan da bihîstin û ji bo têkoşîna jinan bê xuyakirin roleke girîng lîst.
Yek ji xebatên girîng ên Nagîhanê Jineolojî bû.
Nagîhanê li Rojava û Başûrê Kurdistanê xebatên girîng kir.
Wê ji bo Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê ya li Silêmanî xebateke girîng da meşandin.
Di duyemîn salvegera şehadeta wê de em soz didin ku li têkoşîn û mîrateya wê xwedî derdikevin.



