Bi boneya salvegera duyam ya şehadeta Nagîhan Akarsel, Endama Akademiya Jineolojiyê Hêja Zerya li ser têkoşîna wê axivî. Hêja Zerya anî ziman ku Nagîhan Akarsel li dijî mejiyê serweriya mêr ku nasnameya jinê parçe dikir, jin digihand hev û jiyana enerjiyê dixist nava liv û tevgerê.
Endama Akademiya Jineolojiyê, Akademîsyen û Rojnamevan Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an li Silêmaniyê şehîd bû.
Hevala Nagîhan Akarsel û Endama Akademiya Jineolojiyê Hêja Zerya qala têkoşîn û xebatên wê kir.
“Pirsîn û hînbûn di kesayeta wê de taybetmendiyên şênber bûn”
Hêja Zerya ragihand ku yek ji taybetmendiyên sereke yên hevala Nagîhan ew bû ku bûyer zû fêhm dikir, hîs dikir û got:
Pirsîn, hînbûn di kesayetiya wê de taybetmendiyên şênber bûn.
Nagîhan Akarsel xwedî wê hunerê bû ku piralî difikirî, bingeheke xwezayî û parvekirinê diafirand.
Xwedî rêbazeke têkilîdanînê ya ji dil û germ bû.”
“Nagîhan Akarsel li Başûr û Rojavayê Kurdistanê xebatek xurt daye meşandin”
Hêja Zerya dazanîn ku Nagîhan Akarsel li Başûr û Rojavayê kurdistanê xebatek xurt daye meşandin û wiha domand:
“Nagîhan Akarsel asta şoreşa jinê û kûrbûnên li ser Jineolojiyê gihand hev û hêza wê ya civakîkirina vê yekê gelekî xurt û bi bandor bû.
Bi parvekirinên bi jinên Kurd, Suryanî, Êzidî, Misilman û Xiristiyan re dikir.
Bi saya ku li ser taybetmendiyên cuda yên çandî serwext bû, bi hêsanî dikarîbû têkiliyê dîne.
Bi coşeke mezin îdeolojiya azadiya jinê lêkolîn dikir ji bo asta têkoşîna azadiya jinan xurtir bike.
Bi coş tevlî nîqaşên sîstema akademiya Jineolojiyê dibû, derdora xwe jin komdikir û bi xurtî beşdarî nîqaşan dibû.”
“Divê jin armancên şehîd Nagîhan Akarsel pêk bînin”
Hêja Zerya di dawiyê de armancên Şehîd Nagîhan bi bîrxist û ev bang kir:
Nagîhan hewl dida vê parçebûna gel û jinên Kurd ji holê rake, yekîtiya neteweyî pêk bîne.”
Ji bo vê divê civaka kurd di serî de jin têkoşîna pêkanîna armancên wê bikin.



