Rêber Abdullah Ocalan 26 salin Îmralî veguherandiye qada zanistê. Bi pêşxistina paradîgmayê cîhanê ronî dike û wek ‘Feylezofê sedsalê’ tê nirxandin. Bi Jineolojî, netewa demokratîk, modernîteya demokratîk, xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk bersivên komployê da.
Bi paradîgmeya xwe cîhan bi ruh kir…
Îmralî veguherand cihê zanistê û nehşt di tarîtiyê de bimîne.
Rêber Apo bi pêşxistina paradîgmayê li cîhanê wek ‘Feylezofê sedsalê’ tê dîtin.
Yek ji zanistên ku rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê pêşxist Jinolojî bû.
Jinolojî jiyanek nû datîne holê û ji bo hemû jinên cîhanê dibe ronahî.
Jineolojî zanistê bi nêrîna jinê digire dest.
Rêber Abdullah Ocalan ku derbarê parastina cewherî de tespîtên girîng dike, salên 90’î de bi afirandina ‘Artêşa jinan’ ji bo jinan formeke nû ya parastina cewherî da qezenckirin.
Her wiha Rêber Abdullah calan di 1996’an de teoriya qûtbûnê ya qûtbûna jinê ji normên civakî yên serdestiya mêr ya 5 hezar salî îfade dike, pêş xist.
Heman demê de ev teoriya qûtbûnê, kifşkirina jinê, xweserbûn û rengê jinê jî pêk anî.
‘Destberdana bêdawî’ jî wek berdewama Teoriya Qûtbûnê cara yekemîn di sala 2000’î de hat bikaranîn.
Ev têgeh teşeyê hîn radîkaltir yên teoriya qûtbûnê îfade dike.
8’ê Adara 1998’an jî Rêber Apo yekem car ‘Îdeolojiya rizgariya jinê’ îfade kir û bi vê re di têkoşîna giştî de cihekî girîng daye rêxistinbûn û azadiya jinê.
Yekem car, li cîhanê rêbertî ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ diyarî jinan kir.
Rêber Abdullah Ocalan got, ‘heta jin azad nebe civak azad nabe’ derbarê jiyaneke azad û wekhev de, hevjiyana azad pêşniyar dike.
Yek ji têgehên din yên rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê pêş xist têgeha ‘Netewa demokratîk’ e.
di wir de diyar dike ku neteweya demokratîk, li dijî normên koletiya tê ferzkirin, azadiyê esas digire.
“Modernîteya demokratîke’ jî yek ji têgehên herî girîng ya sedsalê ye.
Modernîteya demokratîk ji bo pergala xetimî hêza çareseriyê ava dike.
Rêber Apo diyar dike ku neteweya demokratîk rih e, xweseriya demokratîk jî beden e.
Sala 2004’an rêber Apo di esasa paradîgma ‘Azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk’ de konfederalîzma demokratîk an afirand.
Konfederalîzma demokratîk jiyana komunal, wekhev, demokratîk û xweser îfade dike.
Her wiha xwe bixwe rêvebirina gel esas digire.
Gerdûnîbûna felesefeya rêber Apo û xwerêxistinkirina gelan ya li ser vê felsefeyê bersiva herî mezin ya ji komplogeran re ye.



