Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrişên hovene yên dewleta Tirka dagirker li dijî herêmê daxuyaniyek niviskî da.
Girêdayî vê êrişa hovane Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyanî da û got:
Dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û kiryarên xwe yên êrîşkar ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber didomîne.
Weke ku hat dîtin belafirek bê mirov ya dagirkeriya Tirk li ser rêya ku bajarên Qamişlo û Amûdê girêdide, wesayîteke sivîlan ki hedef.
Dema ku Balafir mûşekê davêje nerasterast li rê dikeve û dibe sedema ku erebe ji rê derket û rawestiya.
Piştre balafirê carek din ereber hedef kir, di encamê de jinek û ciwanek şehîd bûn.



