Îsraîlê bê navber berpirsên Hizbullahê dike armanc.
Doh Îsraîlê êrişên giran li ser başûrê Lubanê pêk anî
Li gorî ku qenala 12 ya Îsraîlê ragihand ku di êrişên û bombebaran duh de Haşim Sefî el-dîn hate kuştin.
Haşim Sefî el-dîn destê rastê yê Hesen Nesrelah bû.
Îsraîlê êrişên xwe li ser Dahiyê berdewam dike.
Qenala 12 ya Îsraîlê her dawî ragihand artêşa wan Haşim Sfî El-dîn kirin armanc.
Li gorî heman çavkaniyê Îsraîlê bi dehan tonan ji bombeyan cihê Sefî el-dîn bombebaran kir.
New York Times jî, ji aliyê xwe ve ji devê berpirsên Îsraîliyan ragihand ku Haşim Sefî el-dîn û kesên payebilind yê Hizbullah di binê erdê civînek li dar xistine.
Haşim Sefî El-dîn kî ye.
Haşim weke destê rastê yê Hesen Nesrulah dihate naskirin.
Sefî el-dîn 1964 ji bajarokê Dêr Qanûn El-Nehe ya devera Siwer ya li başûrê Lubnanê jidaiyek bûye.
Ew lawê xaltîka Hesen Nesrulah, piştî xwendina li Qumê 1994’an ji bo cihê wî hatiye amadekirin.
Têkiliyeke xort di navbera wî û Qasim Suleymanî hebû.
Siya Sekretêrê Giştî yê Hesen Nesrulah karê birêvebiriya sazî, per û veberhênanên partiyê li hindur û derve dikir.
Di sala 2017’an de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ew bi awayekî fermî xiste lîsteya terorê.
Îsraîlê di daxiyeiyên xwe de tîne ziman ku ew ê hemû berpirsên Hizbulah bike armanc.



