Lîderê olî yê Îranê Xameney li Tehranê derket pêşberî xelkê û anî ziman ku êrîşên wan ên li ser Îsraîlê rewa ne.
Di hawireke ku metirsiya nakokiyên rasterast di navbera Îsraîl û Îranê de zêde dibe, lîderê olî Elî Xaminey xutbeya înê li Mizgefta Îmam Xumeynî ya li paytext Tehranê da.
Xameney ku piştî 5 salan cara ewil derket pêşberî raya giştî, gef li Îsraîlê xwar got:
“Wê temenê Îsraîlê dirêj nebe.”
Xamineyî xîtabî girseya ku ji bo guhdarîkirina wî kom bûbûn, bi tifingekê li kêleka wî, axaftina xwe li şûna farisî bi erebî kir.
Xamineyî destnîşan kir ku êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de û êrîşa moşekî ya Îranê ya vê dawiyê ya li dijî Îsraîlê rewa ye û wiha got:
“Em ji berxwedanê paşde gav navêjin. Xwîna ku tê rijandin bila sekna we lawaz neke.”
Xameney her wiha got:
Îsraîl li hemberî Hizbullah û Hemasê tu carî nikare serketinê bi dest bixe.



