Li Amerîkayê Bahoza Helene hîna jî bandoreke neyenî li ser heremê çêdike.
Hejmara kesên ji ber vê karesatê mirine gihişt 200’î.
Li aliyê din Bosna Hersekê ji ber barana zêde li 4 bajaran lehî rabû.
Di encama vê lehiyê de jî 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha rayedaran ragihandin ku gelek kes jî winda bûne.
Hejmara kesên ku di karesatên ji ber bahoza Helene ya ku bi leza nêzî 225 kîlometreyan li peravên Floridayê pêk hat kesên jiyana xwe ji dest dan her ku diçe zêde dibe.
Li eyaletên Karolînaya Bakur, Karolînaya Başûr, Georgia, Florîda û Virginiayê yên ku bayê xurt û lehiyên ku ji ber bahozê lê bi bandor bûn, ji aliyê rayedaran ve hat ragihandin hejmara miriyan bi tevahî gihîşt 200’î.
Ajansa Rêveberiya Lezgîn a Federal ragihand ku heta îro herî kêm 2 hezar û 100 kes hatine rizgarkirin.
Li Bosna Hersekê ji ber barana zêde li 4 bajaran lehî rabû
Li aliyê din li Bosna Hersekê ji ber barana zêde li bajarên Jablanica, Konjic, Fojnica û Kresevo lehî rabû.
Dema ku Jablanica cihê herî zêde ji lehiyê bandor bû, gelek rê ji çûnûhatinê re ji ber şimitîna axê hatin girtin.
Hat diyarkirin ku li Jablanica mizgeftek bi temamî di bin avê de ma.
Ji ber lehiya Bosna Hersekê 14 kes mirin
Hat ragihandin ku li Bosna Hersekê di lehiyê de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rayedaran diyar kirin ku li welêt ji ber barana zêde û şimitîna axê mal, rê û pir hilweşiyane.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Bosna Hersekê ve hat dayîn de hat ragihandin ku di lehiyê de helîkopter tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne.
Di vê navberê de çapemeniya herêmî agahî parve kirin ku li bajarên ku ji ber lehiyê bandor bûne gelek kes winda bûne.



