Bi boneya salvegera şehedata xwe, Rojnamevan-akademisyen Nagîhan Akarsel li Konyayê li ser gora xwe hate bibîranîn.
Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş li wir axivî û got: “Feraseta ku Nagîhan heval qetil kir divê bizanibe ku em ê dest ji têkoşîna wê bernedin.”
Rojnamevan-akademisyen Nagîhan Akarsel di salvegera şehadeta xwe ya 2. de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê hate kuştin.
Ji bo merasîma bîranîna Nagîhan Akarsal Partî, sazî û rêxistinêm rojnamevanan li gundê Gulyazi yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê çûn li ser gora wê.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş li wir qala kesayeta Nagîhan Akarsel kir .
Sabahat Erdogan Saritaş got:
“Nagîhan Akarsel jiyana xwe di nava Têkoşîna Azadiya Kurd de û di avakirina jiyana demokratîk û azadiya jinê de derbas kir.
Hemû jiyana xwe di vê wateyê de ji bo avakirina jiyaneke nû ji bo jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn xêz kiriye.”
Parlamenter Sebahat diyar kir ku ew soza xwe ya ku ew ê dest ji têkoşîna Nagîhanê bernedin kir û dawiyê ev peyam da:
“Em ê têkoşîna ku tecrubeyên jinan ên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê vediguherîne bîreke civakî, berfireh bikin.”



