Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker du deverên sînorê navçeya Ranya bombebaran kirin.
Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker di danê ber bi êvarê de çiyayê Bêrimke yê Dolereqe yê ser bi sînorê Serkefkan û Dola Wejêyan ya dikeve sînorê Pişderê yên girêdayî Îdareya Raperînê bombebaran kirin.
Li gor çavkaniyên herêmî balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker du caran ev derver bombebaran kirine.
Têkildarî zerer û ziyanên canî û madî yên êrişan agahiyên zelal bidest neketin.



